Li Amedê du leşkerên din hatine kuştin
Li deh gundên Pasûr, Licê û Hênê derketina derve qedexe ye. Li cihên qedexe du caran şer derketiye. Di şeran de du leşker hatine kuştin.
Termê serbazê pispor, Zinnur Ezîmê 26 salî ji bo malbata wî ya li Osmanîyeyê hat rêkirin. Termê fermandarê Fûat Oguzcanê ku 34 salî ye ji bo malbata wî ya li Dîlokê hat rêkirin.
