PKK zorê li malbatên Pêşmerge û karmendên hikûmetê dike!
Serokê encumena Şingalê Weysî Nayîf ji BasNewsê re got, eger endamê malbatekî Pêşmerge be yan jî karmendê hikûmetê be PKK zextê li wê malbatê dike.
Weysî Nayîf her wiha got, PKK bi vê yekê dixwaze xelkê bide koçkirin û deverê vala bike.
Serokê encumena Şingalê eşkere kir ku PKK li ba xwe Xanesor xistiye ser Rojavayê Kurdistanê û got, divê PKK dest ji vê zihniyetê berde û ji devera me derkeve.
Wî berpirsê êzîdî bang li welatên cîhanê kir ji bona derxistina PKKê ji Şingalê piştevaniya Herêma Kurdistanê bikin.
Basnews
