• Sunday, 22 February 2026
logo

50 hozên Ereb hevpeymanîyek li dijî PKKê, PYDê, Daişê pêk anîn

Gulan Media March 18, 2017 Nûçe
50 hozên Ereb hevpeymanîyek li dijî PKKê, PYDê, Daişê pêk anîn
50 hozên Erebên Sûrîyê li Tirkîyê kombûn û hevpeymanîyek li dijî PKKê û PYDê û Daişê pêk anîn.

Li gorî malpera Deylî Sebah ya Tirkî, serok û nûnerên 50 hozên Erebên Sûrîyê li bajarê Urfa yê bakurê Kurdistanê kombûn û hevpeymanîyek li jêr navê supayê Cizîre û hozên Firatê ragîhand ku armanca wan, operasyonên hevpişke li dijî PKKê û PYDê û terorîstên Daişê.

Peyvdarê civata bilinda hozên Sûrî di beyanekê da, daxwaz ji hersê welatên Tirkîyê, Qeter û Siûdîyê kirine, di berhingarbûna PKKê û PYDê û Daişê da, alîkarîya wan bikin.

war.tv
Top