• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokwezîr peyameke sersaxiyê ji Newşêrwan Mistefa re dişîne

Gulan Media March 18, 2017 Nûçe
Serokwezîr peyameke sersaxiyê ji Newşêrwan Mistefa re dişîne
Bi minasibeta wefatkirina Şuile Elî hevjîna Newşêrwan Mistefa, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê ji Newşêrwan Mistefa re dişîne.

Ev li jêr teksta wê peyamê:

Birêz kak Newşêrwan Mistefa

Îro nûçeya wefatkirina xatûn Şuile Elî, hevjîna we yên birêz bi min gihişt. Bi vê minasibeta xemgîn sersaxiyê li we yên birêz, zarok, kesûkar û xizmên hevjîna we ya xwedêjêrazî dikim.

Xwedayê mezin xwedêjêrazê bi buheştê şad bike û sebir, tehemûl û tendirustiyê bi we yên birêz bibexşe.

Nêçîrvan Barzanî
Serowkezîrê Herêma Kurdistanê
17.03.2017
Top