• Sunday, 22 February 2026
logo

Hikûmet civiya û çend biryarên giring li ser Helebceyê dan

Gulan Media March 17, 2017 Nûçe
Hikûmet civiya û çend biryarên giring li ser Helebceyê dan
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, roja 16.03.2017ê li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê de civiya û ji bo baştirkirina rewşa Helebceyê çend biryarên giring dan.

Di destpêka civînê de, bi minasibeta 29 saliya karesata kîmiyabarana Helebceya Şehîd, serokwezîr, şehîdên wê karesatê bi bîr anîn û hevderdî û hevxemiya civata wezîrên herêma Kurdistanê digel malbatên qurbaniyan û gelê Kurdistanê parve kir û karesata Helebceyê bi birîneke kûr li ser laşê Kurdistanê wesif kir ku tu carî nayê jibîr kirin.

Serokwezîr behsa seredana Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê bo Herêma Kurdistanê û civîna digel serokê herêma Kurdistanê kir û got ku Ebadî di civîna bi serokê Herêma Kurdistanê re pesna hevkarî û hevahengiya pêşmerge û arteşa Îraqê kir û Ebadî di civînê de tekîd kir ku hikûmeta Îraqê naxwaze PKK li Şingalê bimîne û divê ji wê deverê derkeve, ji ber ku mana PKKê li wê deverê dê bibe sedema alozî û pevçûnan. Ebadî di civîna xwe ya digel Qubad Talebanî jî li Silêmaniyê ev helwesta xwe ya dijî hebûna PKKê li devera Şingalê ragehandibû.

Civîna civata wezîran tekîd li ser wê yekê kir ka çawa dema Kobanî pêwîstî bi alîkariya pêşmerge hebû, piştî timambûna erka wan pêşmerge vegeriya Herêma Kurdistanê. Tevî sipasîkirina PKKê ku di dema pêwîst de hekariya Herêma Kurdistanê kir, bi eynî awayî divê PKK jî vegere û ji Şingalê derkeve, ji ber ku hebûna wan dê bibe sedema çêbûna alozî û pirsgirêkan.

Civînê ji bo baştirkirina wîlayeta Helebceyê ev biryar dan:

1- Wezareta navxweyî hat raspartin ku navê hemû endamên civata wîlayeta Helebceyê yên ku roja 12.03.2017ê hemû aliyên siyasî lis er wan anvan li hevkiribû, ji bo civta wezîran wezîran binêre daku bên pesind kirin.

2- Cudakirina budceya Helebceyê ji ya Silêmaniyê ku Helebce jî weke hemû wîlayetên din budceya xwe ya taybet hebe û ji aliyê darayî ve serbixwe be.

3- Wezîrên peywendîdar hatin raspartin ku, rêveberiyên giştî li wîlayeta Helebceyê çalak bikin, bi taybet ew rêveberiyên giştiyên heta niha destbikar nebûne. Weke hemû wîlayetên din miamile bi Helebceyê re jî bê kirin û hemû made û bendên qanûna wîlayetan li Helebceyê jî bên bi cî kirin.

4- Civata wezîran bi biryara jimare 568 a roja 31.12.2013ê û li gor qanûan parlamentoya Kurdistanê a jimare 11 sala 1999 û li gor madeya 141 ji destûra Îraqê, Helebce bû wîlayet. Hemû ew qanûnên pêş sala 2005ê kar pê hatieye kirin berdewam dibin. Tevî ku Îraqê Helebce weke wîlayet di qanûna budceya sala 2017ê de tesbît kiriye jî, lê hikûmeta federala Îraqê weke pêwîst pêngavên piraktîkî navêtine; weke nasnameya barê kesatî, regezname, karta niştimanî, forma xurakî û tabloyên otomobîlan hêşta bi ser Silêmaniyê vene. Ji wezîrê navxwe hat xwestin ku serdana Bexdayê bike û li ser vê pirsê digel wezîrê navxwe yê Îraqê bicive.

5- Li ser pêşniyara wezîrê saxlemiyê nexweşxaneya Helebceyê a taybet bi birîndarên çekê kîmiyayî ku avahiya wê timam bûye, tîma tibî jê re bê damezrandin û dest bikar bikin.

Top