• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîka alîkariyên xwe ji HSDê re zêdetir diket

Gulan Media March 17, 2017 Nûçe
Amerîka alîkariyên xwe ji HSDê re zêdetir diket
Asayişa Kobanê baregeha Kobanê ya Encûmen Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxistin.

Peyemnere K24 li bajarê Kobanê ragihand, îro Aseyîşa Rojava baregeha Xwecihiya Kobanê ya ENKSê bi hinceta wernegirtina muletê ji Rêveberiya Xweser daxistin.

Duh Xwecihiya Kobanê ya ENKSê li Kobanê ragihandibû ku gropeke jinan bi navê “Malbeta Şehîdan” tên naskirin êrîşa baregeha xwecihiyê kiribûn û kelûpelê baregehê şikandin û Alaya Kurdistanê daxistin.

Herwiha Xwecihiya Kobanê da zanîn, wê grûpê gefa şewitandina Xwecihiya Kobanê xwarin, heger ew xwecihî neyê daxistin.

Daxistina Xwecihiya Kobanê ya ENKSê di demekê de ye, ku ji pêr ve hêzên ser bi Rêveberiya Xweser hemû nivîsgeh û baregehên ENKS û PDK-S û PYKS û hin saziyên civaka sivîl li bajarên Rojavayê Kurdistanê daxistibûn.

K24
Top