Li Fransayê êrişa çekdarî
Li gorî medyayên Fransayê îro pênşemiyê li xwandingeha Alexis Tokvel a li navçeya Gros a Fransayê ku dikeve başûrê Parîsê, êrişeke çekdarî pêk hatiye.
Televizyona BFM a fransî ragihandiye, ku zilamek ku çend cure çek pê re bûne, teqe kiriye û di encama gulleberdanê de herî kêm 2 kes birîndar bûne, ku hatiye ragihandin, birîna wan sivik e.
Herwiha hatiye ragihandin, ku Polîsê Fransa têkildarî vê bûyerê xwandekarek ku 17 salî ye, desteser kiriye.
Hêzên operasyonên taybet ên Fransayê gihîştine cihê bûyerê. Wezareta Navxwe ya Fransayê jî daxwaz ji xelkê deverê kiriye, ku ji malên xwe dernekevin.
Ew êriş di demekê de ye, ku her îro di nav ofîsa Sindoqa Pere ya Navdewletî de li Parîsê teqînek çê bû.
Di encama vê teqînê de jî kesek birîndar bûbû.
Rudaw
