• Sunday, 22 February 2026
logo

Ebadî û nûnerê Serok Barzanî bi hevre ligel Trump dicivin

Gulan Media March 15, 2017 Nûçe
Ebadî û nûnerê Serok Barzanî bi hevre ligel Trump dicivin
Hate zanîn, ku dê di dema serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya ji bo Washingtonê de Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fûad Husên jî di şandê de be.
Biryare roja 20ê Adarê Heyder Ebadî bi Serokatiya şandekê bigehêje Washingtonê û ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump hevdîtinekê bike, lê ew hevdîtina han yek alî nabe û Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fûad Husên weke nûnerê Serokê Kurdistanê beşdarî vê hevdîtinê dibe.
Roja 22ê Adarê jî dê li Amerîkayê civîna welatên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DIŞIê bê sazkirin.
Top