• Sunday, 22 February 2026
logo

Şandeyek leşkerî ya PKKê diçe Îranê û daxwaza alîkariyê ji sipaha pasdaran dike

Gulan Media March 15, 2017 Nûçe
Şandeyek leşkerî ya PKKê diçe Îranê û daxwaza alîkariyê ji sipaha pasdaran dike
Rêvebereke PKKê serdana Îranê dike û daxwaza alîkariya lezgîn dike û hat zanîn Îran jî bi helîkopterê alîkariyê digehîne Qendîlê.

Li gor zanyariyên ji çavkaniyek taybet bi dest BasNewsê ketine, çend roj berî naha rêveberê PKKê Mehsûm Mardîn li gel şandeyeke ji berpirsên leşkerî pêktê, serdana Îranê dikin û li gel fermandarên sipaha pasdaran dicivin.

Di wê serdanê de Mehsûm Mardîn daxwaza alîkariyê ji Îranê dike û ji ber rê bi berfê hatine girtin, bên vekirin û alîkariya zêdetir a çek û lojîstîkî ji wan re bê kirin.

Heman çavkanî aşkera kir, xelkê navçeya Qendîl ên aliyê Îranê çend carekan helîkopterên leşkerî dîtine, ku alîkarî gehandine hêzên PKKê yên li çiyayê Qendîlê.

basnews
Top