PDK: Pkk xwîna ciwanên Kurd dike qurbana planên bêencam
Bi dilgiraniyeke gelek zêde nûçeyên ew alozî û tengejeyên ku ji aliyê şaxên pkkê yên li Rojavayê Kurdistanê bi navê PYDê tên afirandin dibîhin, ku bi awayekî dîktatorane tev digere û bi hêza çek û darê zorê xwe li ser xelk feriz kiriye û tevahiya part û aliyên siyasî û damezraveyên din xistiye bin terora xwe ya hizrî û Serok û Serkirdeyên wan aliyan digire û zindanî dike û girtîgeh têjî kiriye ji xebatkarên Kurd û tevahiya çalakiyên siyasî û medenî qedexe kiriye û bêyî ti hincetek êrişî ser baregeh û nivîsgehên wan dike û wan talan dike û dişewtîne jiber vê çendê em weke partiya demokrata Kurdistanê hevdem li gel diyar kirina dilgiraniya xwe, ev kiriyarên han bi tundî şermezar dikin.
PKK li Rojavayê Kurdistanê di bin navê PYDê de ala Kurdistanê, endamên partiyên ENKSê û her partiyeke ku ne nêzî PKKê ye qedexe kiriye û weke tawan dide nasîn û pkk bi her awayî dijminatiya her cure diroşim, nirxeke Kurdistanî û serbixwe xwaziya Kurdiye û destê xwe xistiye nava tevahiya wan proje û planên herêmî û hewl didin pêşî ji xebata netewî û nîştimanî ya gelê Kurdistanê bigirin.
Ew kiriyarên PKKê ku bi navê PYDê û bi destê PYDê li Rojavayê Kurdistanê li dijî xebatên Kurdistanî û tevahiya xebat û çalakiyên medenî tên kirin nîşaneya qorixkariya ( destbiserda girtin) siyasiye û hevdem PKK xwe kiriye hevparê planên bêencam yên neyarên Kurd û Kurdistanê û xwîna ciwanên Kurd jî ku di şerê dijî neyar û terorîstên DIŞIê de bo berevanî kirin ji Kurd û Kurdistanê hatiye rijandin bifiro ( bêyî fêde dihêle) dide.
