Li Misrê 2262 xwendekar jehrî ketine
Wezareta Tenduristiyê daxuyand ku li 8 dibistanên bajarê Suhacê ya li başûrê welêt 2 hezar û 262 xwendekar ji ber şika ku jehrî ketine rakirin nexweşxaneyan.
Hat gotin ku dilê zarokan li hev ketiye, mîda wan êşiyaye û ew tirsyane. Tenê 20 zarokan ji bo dermankirinê li nexweşxaneyan mane.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev xwendekar jî dê di demeke nêz de ji nexweşxaneyê derkevin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.
Rudaw
