Berpirsekî Yekgirtû mûhleta yek heftiyê dide palamenterkî Tevgera Goran
Derbarê vê yekê Berpirsê melbenda Germiyan a Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê Erselan Salih daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir, tê de bersiva Endamê Parlementoya Kurdistanê li ser lîsta Goran Rabûn Marûf da û got:"Li bernameyekî raste rast de dûrî ji hemû bingehên zanistî, Akedemî û Etekêt êrîşî nerewa ser aliyên siyasî weke Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê kiriye, li vir ez bo goftgoyekî şaristanî û Hêmnane bangdikim, herwiha li ciheke giştî û fermî de daku, bersiva wî bidim."
Wî berpirsê Yekgirtûya Islamî da zanîn ku, ew di heyama heftiyekê de dê li benda bersiva wî be.
Basnews
