• Sunday, 22 February 2026
logo

Bo vekirina Konsulusxaneya Ermenistanê li Hewlêrê îmze hate kirin

Gulan Media March 15, 2017 Nûçe
Bo vekirina Konsulusxaneya Ermenistanê li Hewlêrê îmze hate kirin

Li gorî zanyariyen berdest, Serokkomarê Ermenistanê ji bo ku konsulusxaneya xwe bi fermî li Kurdistanê veke biryar îmze kir.
Herwiha Ofîsa Çapamenî ya Serokkomariya Ermenistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokkomarê Ermenistanê Serj Sarkisyan nivîsa komarî ya ji bo vekirina Konsulusxaneya Gişît ya Komara Ermenistanê li Hewlêr a paytexta Kurdistanê îmza kir.
Ofîsa Serokkomariyê di berdewamiya daxuyaniyê de ragihand ku kar û erkên Konsulusxaneya Ermenistanê li Hewlêrê, tevahiya deverên Hewlêr, Silêmanî û Dihukê li xwe digire. 2ê Adara îsal hikûmeta Ermenistanê biryara vekirina konsulxaneya giştî ya welatê xwe li Hewlêrê pesend kir.
Hikûmeta Ermenistanê da xuyakirin ku armanc ji vekirina konsulusxaneya wan xurtkirina pêwendiyên du alî yên navbera Ermenistan-Kurdistanê û herwiha ji ber zêdebûna hejmara revenda ermenî li Kurdistanê ye.
Top