Ebadî: Tenê Pêşmerge û hêzên iraqî dikarin Şingalê îdare bikin
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yidirim îşev 14ê Adarê di pêwendiyeke telefonî de bi hev re li ser çend mijaran gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniya Serokwezîriyê Tirkiyê, her du aliyan li ser gelek mijarên weke ewlehî, aborî, têkoşîna li dijî terorê û bi taybet têkoşîna li dijî DAIŞê û PKKê bi hev re axivîne.
Derbarê wê pêwendiya telefonî de, ofîsa Serokwezîriya Iraqê jî daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Ebadî di wê pêwendiya telefonî de behsa operasyona leşkerî ya li Mûsilê kiriye û ew yek zelal kiriye, ku zêdebarî hejmara zêde ya awareyan, lê belê operasyon bi başî birêve diçe û hikûmeta Iraqê jî pêdawîstiyên awareyan dabîn dike.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Ebadî û Yildirim li ser rewşa Şingalê jî gotûbêj kirine û Ebadî ji Yildirim re ragihandiye: “Hêzên navendî yên Iraqê bi hevkariya Pêşmerge îdareya rewşa ewlehiya Şingalê dikin û hikûmeta Iraqê rê bi ti cure destwerdanekê di wî warî de nade”.
Herwiha di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye kirin, ku Ebadî daxwaz ji Yildirim kiriye, ku “pêwîst e Tirkiye hemû hêzên xwe ji xaka Iraqê bikişîne, çimku ew mijar pêwendî bi serweriya Iraqê ve heye”.
Heyder Ebadî ji hevtayê xwe yê Tirkiyeyî r daye xuyakirin: “Iraq rijd e li ser xurtkirina pêwendiyên xwe yên bi Tirkiyê re da ku bigihîje asteke bilind”.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriya Iraqê, Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim bi mebesta bihêztirkirina pêwendiyên du alî yên navbera her du welatan, di wê pêwendiya telefonî de bi awayekê fermî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bo serdankirina wî welatî vexwandiye.
Rudaw
