• Sunday, 22 February 2026
logo

‘PKK amadeye Minbîcê radestî Sûriyê û Îranê bike’

Gulan Media March 14, 2017 Nûçe
‘PKK amadeye Minbîcê radestî Sûriyê û Îranê bike’
Nivîskarek navdar ê Sûriyê radigehîne, PKK amadeya bajarokê Minbîcê radestî artêşa rejîma Sûriyê û milîsên Îranê bike.

Nivîskar û rojnamevanê navdar ê Sûrî Xesan Elîmam di gotarekê xwe ya îro 14.03.2017ê di rojnameya Şerqûlewset de belav kiriye, welatên cîhanê borsa û bazirganiyê li Minbîcê dinêrin.

Xesan Elîmam HSDê (Hêzên Demokratîk ên Sûriyê, ku YPG baskê çekdarî yê rojavayê Kurdistanê pêkanînerê serekî ye, amadeye bajarokê Minbîcê radestî milîsên Îranê û rejîmê Sûriyê bike.

Di destpêka vê mehê HSD piştî rizgarkirina navçeyek berfireh a rojavayê Minbîcê ji desthilatiya rêxistina tund a DAIŞê, navçeyek ji Minbîcê radestî rejîma Sûriyê kir.

Basnews
Top