Şaxwan Ebdulah: Firaksyona Sedir piştgirya serxwebûna Kurdistanê dike lê bi merc wek du cîranê baş bin
Di daxuyaniyekê de bo BasNewsê Parlamenterê Kurd li Encûmena nûneratiyên Iraqê Şaxwan Ebdulah ragehand ku, di hevdîtinekê de ligel kutleya Ehrar a bi ser Mûqteda El-Sedir ve bi aşkere pirsgirêkên di navbera Bexdad û Herêma Kurdistanê de hatin gotûbêjkirin.
Hema çavkaniyê aşkere kir ku, berî niha babeta serxwebûna Kurdistanê cihê tirsê bû, lê niha helwesta kutleya Ehrar a bi ser Mûqteda El-Sedir ve hatiye guhertin û ew niha piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikin û dibêjin ku, ew rêzê ji biryara xelkê Kurdistanê re digrin.
Herwiha Parlamenterê Kurd li Encûmena nûneratiyên Iraqê Şaxwan Ebdulah da zanîn ku, tenê mercekî wan hebû ew jî ku, piştî serxwebûnê pêwîste du cîranên baş bin.
Basnews
