Bo cara yekem yekîneyek li dijî çekên kîmiyayî hat damezrandin
Jiber êrîşên kîmiyayî yên terorîstên DIŞIê ên li dijî hêzên pêşmerge, bi hevkariya hikûmeta Kurdistanê û wezareta pêşmerge bo cara yekem yekîneyeke leşkerî li dijî çekên kîmiyayî hate damezrandin.
Karê vê yekîneya han ya leşkerî, amadekarî bo rûbirû bûn bi êrîşên kîmiyayî û herwiha parastina Kurdistan û gelê Kurdistanê ji her cure êrîşên kîmiyayî dibe.
Herwiha biryare ew yekîneya han hêzên din yên leşkerî ên Kurdistanê derbarê çawetiya tevgeriyan di dema êrîşên kîmiyayî de perwerde bike.
