• Sunday, 22 February 2026
logo

Trump naxwaze niha Erdogan bibîne

Gulan Media March 14, 2017 Nûçe
Trump naxwaze niha Erdogan bibîne
Serokê Amerîka Donald Trump daxwaza hevdîtina Serokomarê Tirkiyê qebûl nekiriye.

Rojnameger Nagehan Alçî da xuyakirin, di vegera serdana Rûsyayê de, li firokxaneyê Serokomarê Tirkiye Recep Tayîb Erdogan ji rojnamegeran re gotiye, Trump daxwaza hevdîtina wî qebûl nekiriye.

Erdogan, gelek caran aşkera kiribû ku, dixwaze bi Serokê Amerîkayê re demek zûtir hevdîtin bike, lê ji Amerîkayê bersiva daxwazan nehatiye dayîn.

Rojnameger Nagehan Alçî da zanîn, serokên Amerîka bi siyasetmedarên welatên ku hilbijartina wan hene hevdîtin nakin û hêvî dike piştî referandûmê dê ev yek pêk were.



K24
Top