• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Serokê Amerîka li Hevpeymaniya Şerê Dijî Da'îş kir

Gulan Media March 14, 2017 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Serokê Amerîka li Hevpeymaniya Şerê Dijî Da'îş kir
Roja dûşem 13.03.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Brett McGurk Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka li hevpeymaniya navdewletiya şerê dijî Da'îş û şandekî li gel kir ku ji Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û Ken Gross Konsolê Amerîka li Hewlêr û General Dawnsênd Fermandeyê Hêzên Amerîka li Iraqê û hejmarek şêwirmendên balyozxane û artêşa Amerîka li Iraqê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Nûnerê Taybetî Serokê Amerîka li hevpeymaniya navdewletiya şerê dijî Da'îş ji bilî balkişandina li ser roja ji dayikbûna Barzaniyê Nemir û helkeftên niştîmaniyên gelê Kurdistanê li meha adarê wê yekê xisterû ku cihê şanaziye li gel Serok Barzanî û gelê Kurdistanê da kar dikîn. Tekez jî li wê yekê kir ku aramiya Kurdistanê ji bo welatê wan gelek girînge û di derbarê rewşa Şingalê jî wê yekê ragihand ku Amerîka naxwaze ji bilî li hêzên fermiyên Herêma Kurdistan û Iraqê hîç hêzekî din li vê deverê be.

Her li vê hevdîtinê de her dû alî xweşhaliya xwe nîşandan ku hemahengiya di navbera Pêşmerge û hevpeymanan û hêzên artêşa Iraqê de serketin û encameke gelek baş jê derketiye.

Li beşekî dinê civînê de peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê û rewşa siyasiya navçeyê û şerê terorîstên Da'îş li Sûriye û Iraqê nirxandin.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka mijareke dinê hevdîtinê bû û şanda mîhvan tekez li ser berdewamiya welatê xwe li pêşkêşkirina hevkariyê ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Top