Mekgork: Şanazîyê bi hêzên pêşmerge dikin
Brêt Mekgurk, nûnerê taybet yê serokê Amerîkayê di Hevpeymanîya Navdewletî ya dijî Daişê da, di kongreyekê rojnamevanî da li Bexdayê ragîhand: ew gelek spasîya hêzên pêşmerge dikin ku hemahengî û hevkarîyeka baş di gel Amerîkayê da hebûye û şanazî bi wan tê kir ku pêgîrî prensîpên mafên mirovî ne û alîkarên awareyane û xizmeteka zêde ya xelkê Mûsilê kirine.
Mekgurkî herweha dîyar kir: bi hemahengîya serkeftî ya hêzên pêşmerge û hêzên Îraqê heta niha ji sedî 65 xaka deste Daişê kontrol kirine û du milyon Îraqîyan ji terorîstan rizgar kirine.
Nûnerê Trump got jî: hemahengî û hevpeymanîyeka xurt û serkeftî di navbera alîyên Îraqî da li Mûsilê hebû û pêşmege rolekê baş di şikandina terorîstan da heye ku çend deverên derdora Mûsilê û hindekên nava Mûsilê rizgar kirin û hemû alîyan bi hevra zêdetirî sed û heştê kesatîyên nêzîkî Bexdadî û serkirdeyên Ddaişê kuştine.
War.tv
