Damezrênerê AKP: Divê Tirkiye hebûna Kurdan li Sûriyê qebûl bike
Li Diyarbekirê bi navê "Hiqûq bo Her kesî" panêlek hat darxistin. Digel Parlamenterên CHP û HDPê, pispor û siyasetmedar jî beşdarî panêlê bûn.
Yaşar Yakiş ku ji damezrînerên AK Partiyê ye got, cîhan wek Tirkiyê li pirsa Kurdî nanêre. Hejmara Kurdan ji 35 mîlyonî zêdetir e, di nav çar dewletan de belav bûne û xelkekî bê dewlet e. Bi pêşketinên Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî, ev nêrîn zêdetir dibe.
Da xuyakirin jî, pêwendiyên Tirkiyê niha bi Herêma Kurdistanê re baş in. Yakiş xwest jî heman başî li bakurê Sûriyê jî hebe ku. Tirkiye çi bike jî nikare pêşiya Kurdan li wê derê bigre.
Yakiş got, encamê referandûmê li Tirkiye çi be bila bibe, divê Tirkiye vegera pêvajoya gotubêjan ya Dolmabahçeyê û ji bilî vê yekê ti rê li pêş Tirkiye nîne.
K24
