• Sunday, 22 February 2026
logo

Li bajarê Minbicê PYD kantonek damezrand

Gulan Media March 13, 2017 Nûçe
Li bajarê Minbicê PYD kantonek damezrand
Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) li bajarê Minbicê ku, dikeve bakurê Sûriyê Encûmeneke Cîbecîkar damezrand ku, weke kantona pencê tê naskirin.

Li gor çankaniyên nêzîk PYD ji BasNewsê re da zanîn ku, Îro, roja Yekşemê 12ê.03.2017ê li bajarê Minbicê Encûmena Cîbecîkar ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) hate damezrandin, tê de 13e hevserok ji desteyên wê encûmenê re hatin hilbijartin.

Li gor heman çavkaniyê ew 13e hevserokên desteya Encûmena Cîbecîkar piştî hatin hilbijartin sond li pêşiya encûmenê xwarin.

Li gor çavdêrên siyasî ew gava PYD dibe weke ragehandina kantona pencê piştî kantona Cezîr, Efrîn, Kobanê û Girê Sipî, herwiha tekez kirin ku, pêngava PYD piştî radestkirina bajarê Minbicê bo rejîma Sûriyê hat.

Basnews
Top