• Sunday, 22 February 2026
logo

Gerard Longuet: Heta kurd negehêjin armancên xwe Rojhilata Navîn aram nabe

Gulan Media March 13, 2017 Nûçe
Gerard Longuet: Heta kurd negehêjin armancên xwe Rojhilata Navîn aram nabe
Wezîrê berî yê berevaniya Fransayê Gerard Longuet diyer kir, ku heta gelê kurd negihe armancên xwe, li Rojhilata Navîn aştî û aramî pêk nayê.
Gerard Longuet diyar kir ku gel û berpirsên Fransayê niha ji hemû deman zêdetir rewşa kurdan fam dikin. Dizanin, ku bêyî pêkhatina armancên kurdan li Rojhilata Navîn aştî û aramî zehmet e.”
Longuet herwiha got; “Kurd bi zîrek û azatî şerê terorê dikin. Di dema derbasbûyî de Fransayê ev rola kurdan baş nedidît. Lê niha ew vê yekê dibînin. Rayagiştî ya Fransayê û karbidest jî rola kurdan baş dibînin.
Longuet balkişande ser rola kurdan a di şerê li dijî terorê de û daxuyand ku eger di hilbijartinên serokatiyê yên Fransayê de namzetê komariyan serbikeve dê piştgiriyên ji bo kurdan berdewam bike.
Wezîrê berî yê berevaniya Fransayê Gerard Longuet pêşbînî dike, ku di hilbijartinan de François Fillon serbikeve û diyar kir, ku xelk jî piştgiriyê dide vî manzetî.

Top