Netewên Yekgirtî: 40 hezar kes di 48 saetên bên wê ji Mûsilê birevin
Komisyona koçberan ya Neteweyên Yekgirtî ragîhand; dijwarbûna şer li alîyê rastê yê Mûsilê, bûye egerê zêdebûna awarebûnê ji wî bajêrî, di 24 saetên borî da, zêdetir ji 12 hezar kesan ji wî alîyê bajêr aware bûne û pêşbînî tê kirin, di çil û heşt saetên bên jî da, çil hezar kesên din aware bibin.
Aşkere jî kir; kesên ji Mûsilê aware dibin, li kempa Hac Elî û frokxaneya Geyare û kempa Hesen Şam ku li herêma Kurdistanê ye û çend cihên di tên bicîh kirin.
war.tv
