• Sunday, 22 February 2026
logo

General Ezîz Weysî: Qendîlê ji PYDê re got 'nehêle Pêşmerge derbasî Rojava bibe'

Gulan Media March 12, 2017 Nûçe
General Ezîz Weysî: Qendîlê ji PYDê re got 'nehêle Pêşmerge derbasî Rojava bibe'
Fermandeyê hêza Zêrevanî ya Pêşmerge Ezîz Weysî ragihand, serokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim destpêkê razî bibû pêşmergeyên Rojava derbasî Rojava bibin lê Qendîlê nehîşt!

Fermandeyê hêza Zêrevanî ya Pêşmerge Ezîz Weysî îro li Duhokê gotarek pêşkêş kir. Ezîz Weysî behsa astengiyên ku PYD û PKK li pêşiya pêşmergeyên Rojava derdixin kir û got, dema li Rojava şer derket tevahiya pêşmergeyên Rojava çûn devera sînorî ya Pêşxabûrê. Ez çûm ba Salih Muslim û min jê re got ku ez bi nûnertiya Serok Barzanî hatime vir da ku em bi hev re Kurdistana Rojava biparêzin. Me ji wan re got ku kî kurdan tehdîd bike û êrişî kurdan bike em amade ne bersiva wan bidin ji ber wê jî em dixwazin Leşkerên Roj derbasî Rojava bibin da ku parastina Rojava bikin ji ber ku wan perwerdeyeka baş dîtine. Min got eger kêm in ez amade hemû pêşmergeyên Zêrevanî jî bişînim Rojava. Ez li benda bersiva wî bûm.

Fermande Ezîz Weysî behsa bersiva Salih Muslim jî kir û got, wî ji min re got ku ew pir kêfxweş e bi helwesta Serok Barzanî. Paşê got “ezê piştî demek kurt bersiva te bidim”. Çû telefona Qendîlê kir û piştî 10 deqeyan hat û got “em spasiya we dikin, pêwîstiya me bi Leşkerên Roj nîne, bila çekan bidin me…!”

Wî fermandeyê Pêşmerge da xuyakirin ku eger wê çaxê Leşkerên Roj derbasî Rojava bibûna ew êş û azarên ku hatin serê kurdên Rojava, nedihatin serê wan û got, Serok Barzanî got ji Leşkerên Roj re bêje bila li ser xwe bin û sebir bikin bo ku li wir şerê kurdan dernekeve.

Ezîz Weysî destnîşan kirk u PYD zilmê li kurdên Rojava dike û rojane endam û alîgir û berpirsên ENKSê digire û got, ma mafê ENKSê nîne bibe xwedan hêza çekdar?! Divê PYD li xwe vegere û bizane ku di rêyeke xelet de ye.

Weysî da xuyakirin ku divê kurd bibin yek û got, eger kurd bibin yek armanca wan ya ku hezar sal e li dû ne, dê bicîh were. Em naxwazin şerê PKKê bikin ji ber ku şer dibe sebeba malwêraniyê. Eger em vê yekê bikin emê bi qasî 100 salan ziyanê li kurdan bidin. Dema em dibînin kurdek bi destê kurdekî din tê kuştin, dilê me dişewite.

Basnews
Top