• Sunday, 22 February 2026
logo

ENKS banga aramiyê li alîgirên xwe dike

Gulan Media March 11, 2017 Nûçe
ENKS banga aramiyê li alîgirên xwe dike

Berpirsên ENKSê çalakiyên Asayîşa Rojava û PYDê yên li dijî ofîs û endamên xwe protesto kirin û ji alîgirên xwe xwestin, ku karvedanên nerênî li dijî PYD nekin. Her wiha xwestin ji bo çareserkirina doza Kurd û krîza Sûriyê ew bihev re xebatên aştiyane dimeşînin.
Hêzên bi ser PYDê ve rojên borî biser ofîsên ENKSê yên li çend bajar û bajarokên herêma Cezîra Rojavayê Kurdistanê de girtin û ew şewitandin.
Ji ber vê yekê berpirsên ENKSê çalakiyên alîgirên PYDê protesto kirin.
Şemdîn Nebî di vê mijarê de got; “Rewşa Rojavayê Kurdistanê gihiştiye astekî gelekî xerab. Gihiştiye astê şewitandina ofîsan û girtina alîgirên ENKSê. Ti alî ji vê rewşê sûdê wernagrin. Ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê pêwîstiya me bi lihevkirinê heye.”
Top