Li Stenbolê helîkopterek ket: 5 kes mirin
Duh danê sibê li devera Buyukçekmece ya Stenbolê helîkoptereke sivîl ket.
Bi giştî di helîkopterê de 7 hes hebûne ku 4 jê biyanî-Rûs bûne û yên din jî welatiyên Tirkiyê bûne.
Şaredarê navçeya Buyukçekmece ragihand ku tirsa wê heye tevahiya kesên ku di helîkopterê de bûne, mirine. Lê waliyê Stenbolê dibêje, 5 kes mirine.
Tê gotin ku dema helîkopter rabûye li birceka bilind, ku bi navê Birca Televîzyonê tê nasîn, ketiye û agir pê ketiye.
