General Yawer: Eger pêşmerge nebûna artêşa Îraqê nikaribû tiştek bike
Sekreterê giştî yê wezareta Peşmerge destnîşan kir ku operasyona Mûsilê ber bi bidawîbûnê ve diçe û bal kişand ser hêza pêşmerge ku gelek niqteyên kontrolê yên di bin destê DIŞIê de hatine bidesxistin.
Sekreterê giştî yê Wezareta Peşmerge yê Kurdistanê Cebar Yawer diyar kir ku em gelek nêzî encambûyina operasyona Mûsilê ne, wek ku endamên El Qaîdeyê di salên 2005 û 2006an de wisa dikirin, îro jî mensûbên DIŞIê ber bi deverên çolter û çiyayî ve vedikêşin û wek ku di wê serdemê de El Qaîde jî wisa dikir zilaman direvînin û êrîşên ji nişka ve dikin."
yawer herwiha diyar kir ku eger hêzên pêşmerge yên Kurdistanê nebûbana vê demê artêşa Îraqê ne mimkun bû ku karibe serkeftinên wisa bidest bixe.
