• Sunday, 22 February 2026
logo

Rapora NY li ser Bakurê Kurdistanê: 2000 kes hatine kuştin!

Gulan Media March 11, 2017 Nûçe
Rapora NY li ser Bakurê Kurdistanê: 2000 kes hatine kuştin!
Neteweyên Yekgirtî (NY) ragihand, di operasyonên li bajarên Bakurê Kurdistanê de nêzîkî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Herwiha di operasyonan de mafên mirovan bi awayekî berfireh hatine binpêkirin.

Ofîsa Mafên Mirovan a NYê derbarê rewşa mafên mirovan li Tirkiyê daxuyaniyek da û diyar kir, li Bakurê Kurdistanê di navbera Tîrmeha 2015ê heta Kanûna 2016ê de li bajarên ku operasyon hatin lidarxistin û qedexeyên derketina derve hatin îlankirin, 500 hezar kes ji cih û warên xwe aware bûne.

Di daxuyaniyê de dîmenên satelîtê ku ji jor ve hatine kişandin cih digire û wiha tê gotin: “Avahî bi çekên giran hatine wêrankirin.”

Lêkolînerên NYê tevî binpêkirina mafên mirovan, gelek kuştin û şikence jî xistina nav raporên xwe.

Herwiha di raporên xwe de bi bîr anîne ku rayedarên NYê xwestine herin serdana herêmê, lê ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve destûr nehatiye dayîn.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NYê Zeyd Reid El Huseyn diyar kir: “Tirkiye qebûl nekiribû ku tawanên mezin li wir diqewime.”

Herwiha Zeyd Reid El Huseyn destnîşan kir, ji ber ku Tirkiyê lêpirsîneke cidî hêj nedaye destpêkirin, ew bi fikar e û got, divê demildest lêpirsîneke serbixwe were destpêkirin.

Zeyd Reid El Huseyn herwiha got: “Wisa xuya dike ku gumanbarekî jî nehatiye girtin û di derbarê ti kesekî de doz nehatiye vekirin.”

Di raporê de hatiye diyarkirin, ji 2000 kesên ku hatine kuştin, ji wan 800 kes hêzên ewlehiyê, 1200 kes jî, sivîl yan jî çekdar bûne. Herwiha di raporê de hatiye aşkerakirin, ku di sala 2016an de li Cizîrê 189 kes, di bin xaniyan de bi hefteyan bêyî av, xwarin û dermanan asê mane.

Rudaw
Top