Dadgehê doza li dijî biryara Trump red kir
Wîlayetên Washington û Minisuta doz li dijî biryara serokê Amerîkayê Donald Trump li dadgeha federal vekiribûn, lê dadgeha federal ew doz red kir û ragehand: ‘’Pêwîste belgeyên zêdetir pêşkeş bikin.’’
Roja înê 27.01.2017ê serokê Amerîkayê Donald Trump biryarek derxist û li gor wê biryarê hemwelatiyên Iraq, Sûriyê, Îran, Sûdan, Lîbya, Somalî û Yemen nikarin vîzeya Amerîkayê vergirin û nikarin geşt li Amerîkayê bikin.
Piştî nerazîbûnên hemwelatiyan û dadgehên Amerîkayê, di destpêka meha Adarê de Donald Trump careke din biryarek derxist, lê di biryara dawî de herêma Kurdistanê û Iraqê ji wê lîsteyê derxist.
Basnews
