• Sunday, 22 February 2026
logo

HUDAPAR: Tevahiya cîhanê Ala Kurdistanê nas dike

Gulan Media March 10, 2017 Nûçe
HUDAPAR: Tevahiya cîhanê Ala Kurdistanê nas dike
Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu li ser gotinên Serokê Giştî yê MHP Devlet Bahçelî yên di derbarê Ala Kurdistanê de got, tevahiya dinyayê Ala Kurdistanê nas dike,heger tu nas nekî çi ye?
Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu li Şirnexê bi endamên partiya xwe re hat bal hev û rojev nirxand.
Zekeriya Yapicioglu wiha got: “Tişta ku Bahçelî kiriye pir eyb û şerm e û li gorî me dabeşkerî ye. Bahçelî dibêje ‘hewil didin me weke ku em li dijî birayên xwe yên Kurd in nîşan bidin.’ Yanî pîvana te ya biratiyê çi ye? Gelo Kurdên di sînora Tirkiyê de birayê te û yên din jî dijminê te ne? Ger pîvana te sînor bin, wê demê ew Tirkmenên li derveyê sînor ji kû dibin birayê te.
Ala te pîroz e, ma ala kesên din kincik e? Ev yek bêhedî û bêedebî ye. Ev yek eybeke pir mezin e. Haya wî jê heye ku dilê wan Kurdên ku ew ji wan re dibêje birayên min in maye. Ger ku haya wî jê tunebe ev tiştekî pir mezin e. Temamê dinyayê wê alê nas dike, ger tu nas nekî dê çi bibe?”
Herwiha Yapicioglu diyar kir ku di heyama Osamaniyan, Selçukiyan û heta di destpêka Komariya Tirkiyê de jî peyva Kurdistanê dihat bikaranîn

Top