Kemal Burkay: Mafê PKKê nîne Şingalê ji Kurdistanê cuda bike
Siyasetmedar û rewşenbîrê Bakurê Kurdistanê, Kemal Burkay dibêje, PKKê mafê wê yekê nîne, ku Şingalê ji Başûrê Kurdistanê cuda bike yan jî bazarê bi Şingalê ve bike.
Kemal Burkay herwiha bi pêwîst dizane ku partiyên din ên Kurdistanê yên ku li Başûrê Kurdistanê ne, rêzê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigirin û nebin sedema serêşiyê ji wan re.
