• Sunday, 22 February 2026
logo

HAK-PAR : Lazime PKK ji Şingalê vekêşe

HAK-PAR : Lazime PKK ji Şingalê vekêşe
HAK-PARê ji bo 15emîn salvegera partiyê li Stenbolê bo piştgiriyê şevek lidarxist. Di şeva bo piştgiriyê hatî lidarxistin de bi beşdariya gelek siyatmedarên Kurd bûyerên li Rojhilata Naverast û bi taybetî jî şerê li Şengalê yê ku di navbera hêzên girêdayî PKKê û Peşmergeyan de rû dayî hatin giftûgokirin. Siyasetmedarên Kurd, diyarkirin ku ew ji şerê birakujiyê dilgiranin û dixwazin bilez PKK ji Şengalê vekişe.
Serokê Giştî yê HAK-PARê Refîk Karakoç jî got: “Wexta Kobanî ketibû astengiyê Pêşmerge rabû çû li wê derê alîkariya wan kir, Kobanê xelas bû hevalên wan deran Kurdên me yên li Kurdistana Surî gotin "saxbin we alîkarî kir wezîfeya we xelas bû divê hûn vegerin." Û ew jî çûn. Di derheqê şengalê de PKK dibêje em hatine alîkariyê em wisa bêjin. A niha Şengal rizgar bûye. Şengal axa Kurdistana başûre. Girêdayî Kurdistana başûr e. Divê li wê derê bê problem PKK derkeve.”
Top