• Sunday, 22 February 2026
logo

PKK kuştina 4 berpirsên xwe yên serbazî di şerê Xanesorê de ragehand

PKK kuştina 4 berpirsên xwe yên serbazî di şerê Xanesorê de ragehand
li Xanesûrê ya navçeya Sinûnê li Şingalê ji encama wan aloziyên ku, berî çend rojan pêkhatibûn 4 berpirsên Partiya Kakerên Kurdistanê(PKK) hatin kuştin, PKK jî ew yeke piştrast kir.

Li gor zaniyariyên çavkaniyekî taybet ji BasNewsê re ragehand di wî şerê roja Înê 3.03.2017ê di navbera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û çekdarên PKK li Şingalê ku, bi navê Yekîneyên Berxwedana Şingal(YBŞ) têne naskirin 4 berpirsên serbazî yên PKK hatin kuştin, ew her 4 serbaz xelkê bakurê Kurdistanê bûn, da zanîn ku, PKK kuştina wan berpirsên xwe jî ragehand.

Navê wan 4 berpirsên PKK yê rasteqînî nehatiye zanîn, lê bi navê Çeko, Orhan, Fîraz û Têkoşîn dihatin binavkirin, herwiha her yek ji Çeko û Orhan berî niha li Qendîlê û xwakûrik bûn û berî çend mehan li gel PKK bo sînorên Şingalê hatibûne veguheztin.

Basnews
Top