• Sunday, 22 February 2026
logo

Ji ber PKKê 515 gundên li herêma Kurdistanê nikare bên ava kirin

Ji ber PKKê 515 gundên li herêma Kurdistanê nikare bên ava kirin
Ji ber siyaset û şêwazê PKKê li hember gund û navçeyên sînor ên herêma Kurdistanê heta naha zêdetirî 500 gundên herêma Kurdistanê nehatine ava kirin.

Li gor zanyariyên bi dest BasNewsê ketine, ji ber dagirkirina PKKê ya 515 gundên li herêma Kurdistanê nehatine ava kirin ku ji wan 304 gund dikevin parêzgeha Duhokê. Herwaha li parêzgeha Hewlêrê jî 177 gund ji ber PKKê heta naha nehatine ava kirin û 34 gund jî li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ji ber PKKê nehatine ava kirin.

Runiştvanên gundê sînorên herêma Kurdistanê amaje bi vê yekê dikin ji ber PKKê gundên wan wêran mane û li gel wê jî, ew partiye berdewam bac ji wan distîne û dahata xwe li ser wî xelkî ve bidest dixe.

Basnews
Top