Saziya Şah Selman li Herêma Kurdistanê tê vekirin
Alrebîe got ku serdana wan bo Hewlêrê wê yekê nîşan dide ku Erebsitana Siudî û şexsê şah Selman padîşahê Erebistana Siudiyê giringiyeke taybet bi têkeliyên bi Îraq û Herêma Kurdistanê dide û ev sedana bo Hewlêrê jî li ser raspardeya padîşahê Siudiyê bû û di çarçoveya vê serdanê de ew dê amadekariyan ji bona vekirina sentera Şah Selman li Herêma Kurdistanê ji bo pêşkeşkirina xizmetgozarî û hevkariyên mirovî, bikin.
Şandeya mêvan hêvî xwest ku Herêma Kurdistanê bikare bi ser hemû pirsgirêk û kirîzên rûbirûyê wê bûne biserkefe û bikare bi hevkariya civaka navdewletî alîkariya koçber û penaberên Herêma Kurdistanê hewandina bike.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên Erebditana Siudî pêşkeşî herêma Kurdistanê dike kir û ji şandeya mêvan re behsa rewşa Herêma Kurdistanê kir û got ku ji sala 2014ê were Herêma Kurdistanêl rûbirûyê gelek pirsgirêkên weke; birîna budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, êrîş û gefên terorîstan, hatina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan û nizimbûna buhayê neftê bandoreke gelek nerênî li ser Herêma Kurdistanê hebû û ji ber van sedeman nêzîkî 3500 piroje rawestane.
Serokwezîr got ku xerciyên/mesrefê salekê yê koçber û penaberan zêdetir ji yekmilyar û çarsed milyon dolar e û Bexda jî bi cidî li vê pirsê xwedî dernakeve û daxwaz kir ku, saziya Şah Selman li Herêma Kurdistanê dest bikar bibe û aliyên peywendîdar li ser pêdawîstiyên mirovî li Herêma Kurdistanê raporeke bi rêya konsulxaneya Siudiyê pêşkeşî saziya Şah Selman bikin.
Barzanî tekîd li ser wê yekê kir ku, divê hemû alî di pirosesa siyasî û rêvebirina Îraqê de beşdar bin û yaku li Îraqê diqewime encama wê siyaseta şaş ya ji aliyê hikûmetên berê yên Îraq ve dihat peyre kirin e.
Alrebîe yadgariyeke saziya Şah Selman pêşkeşî Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê kir.
