Yildirim: Rê nadin PKKê Qendîlek din li Şingalê ava bike
Bînalî Yildirim ragîhand; îdara Hewlêrê û Bexda ew agehdar kirine, hebûna PKKê li Şingalê dê bi rêya pêşmerge û hêzên Îraqî çare bikin û ew çaverêyî wê yekê ne, eger na jî ew dê rêkarên pêdvî bigrin ber.
Yildirim di bernameyeka televizyonî da ragîhand; PKKê dixwaze Qendîleka din li Şingalê ava bike û got; rê bi wê yekê nadin û berî niha jî ragîhandîye, paqijkirina PKKê li wê deverê di rojeva Tirkîyê daye.
Yildirim got jî: îdara Hewlêrê û Bexda ew agehdar kirine ew dê wê babetê çare bikin, eger gavên pêwîst nehatin avêtin jî, ew dê rêkarên pêdvî bigrin ber.
War.tv
