Serok Barzanî pêşwaziya Serpereştiyarê Dezgeha Şah Selmana Su'ûdiye kir
Li hevdîtinê de Serpereştiyarê Dezgeha Şah Selmana Su'ûdiye silav û rêzên Paşaya Su'ûdiye bi Serok Barzanî gihand, her wiha ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe ya ji bo hevdîtina li gel Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo hewlên Herêma Kurdistanê ya li yarmetîdana koçber û lêqewimiyên şerê terorê hebû û spasî dam û dezgehên peywendîdarên Herêma Kurdistanê û her wiha rêxistinên Kurdistanê bi taybetî Dezgeha Xêrxwaziya Barzaniyê Nemir kir ku yarmetî û hevkariyeke ber bi çav pêşkêşî koçberan kiriye. Eve jî ragihand ku ji bo bikarin beşdar bin li karê xêrxwazî û mirovî û yarmetîdana koçberan hatine Kurdistanê û welatê wan jî hez bi vegerana aramî û aştiya navçeyê dikin.
Li beranber da Serok Barzanî spasî Paşayê Su'ûdiye kir û destxweşiyê li kar û çalakiyên miroviyên Dezgeha Şah Selman kir û eve jî xisterû ku ji bilî hebûna şer û kêşeya aborî û gefên li ser Herêma Kurdistanê mîhvandariya hejmareke zêdeyê koçberan kiriye. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa ferhenga pêkvejiyana gelê Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku li raperîna 1991 da gelê Kurdistanê her çende jenosayd û enfal hatibû kirin lê belê bi navê vekirina rûpeleke nû li gel Iraqê da dest ji bo tolhildanê nebir û ev babet çanda lêborîna pêkvejiyana li Kurdistanê kûrtir kir.
