PKK bû sedema koçberbûna 300 malbatan
Rêveberê bajarokê Sinûnê Nayif Seydo ragehand ku naha rewş aram e û bazar hatiye vekirin û ji liyê hemwelatiyan ve hatûçûn heye, lê hîn jî tirsa hemwelatiyan heye. Zêdetirî ji 300 malbatan cîhên xwe û malên xwe berdan e û li tirbeya şerefdîn û li Dugrî bicîh bûne, ev yek jî ji ber aloziyên PKKê li navçeyê ava kiriye pêkhatin.’’
Herwaha got: Beşek ji wan malbatên li Xanesor çûn, li qampa Dugrî, tirbeya Şîşmis û Şerefdîn bi cîh bûn, lê diyar nîne ew malbatane carek din li tirsa PKKê dê vegerin ser mal û halên xwe yan na.’’
Rêveberê navçeya Xanesorê got, eger PKK li navçeyê bimîne, dibe xelkeke zêdetir koçber bibin û berê xwe bidin qampên Duhok û Hewlêrê.
