• Sunday, 22 February 2026
logo

Li 18 gundan qedexeya derketina derve

Li 18 gundan qedexeya derketina derve
Li 18 gundên bi ser navçeya Licê ya Amedê ve qedexeya derketinê hat ragihandin.

Li gorî daxûyaniya parêzgariya Amedê, ji ber operasyonên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê li 18 gundên bi ser navçeya Licê ya Amedê ve qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û dê heta fermaneke nû berdewam be.

Qedexe îro saet 07.00 dest pê kir û dê heta fermanek duyem a ji aliyê Walîtiya Amedê ve bidome.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di çarçoveya operasyonê de li gundê Ortulu, Hedik, Kiralan, Yamaçlî, Dernek, Saydamlî, Bayirli, Yalimli, Akçabudak, Kiliçlî, Ulucak, Yorulma, Baharlar, Yaprakkoy, Yunluce, Guldiken û Ûçadamlar yên bi ser navçeya Lîce ve ji 5ê Adara 2017ê ve heta biryarek duyem derketina kolanan hatiye qedexekirin.”

Rudaw
Top