• Sunday, 22 February 2026
logo

Pêşmerge 5 şervanên YBŞê serbest berdan

Pêşmerge 5 şervanên YBŞê serbest berdan
Fermadarên Pêşmerge li Şingalê, 5 şervanên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) yên ku di şerê duh de hatibûn dîlgirtin, serbest berdan.

Êvara roja Şemiyê ya 4ê Adara 2017an, fermandarên pêşmerge di derbarê rewşa wê deverê de konferanseke rojnamevaniyê li dar xistin. Fermandaran di konferansê de 5 şervanên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ku hêzeke Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, serbest berdan.

Her pênc dîl, ji kurdên êzidî ne û di şer û aloziya roja Înê ya 3ê Adara 2017an de hatibûn desteserkirin.

Roja Înê ya 3ê Adara 2017an, di navbera Pêşmergeyên Rojava û YBŞê de, li devera Xanesor û Sinûneyê alozî derketibû.

Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya ser bi PKKê ragihandibû, ku di pevçûnê de 7 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane, ku 2 ji wan gerîlayên HPGê bûne, 20 şervan jî birîndar bûne.

rudaw
Top