• Sunday, 22 February 2026
logo

Neteweyên Yekgirtî: Em ji ber bûyera Şingalê nîgeran in

Neteweyên Yekgirtî: Em ji ber bûyera Şingalê nîgeran in
Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî (NY) li New Yorkê ragihand, ku wan hê jî nekarîne zanyariyên derbarê rewşa Şingalê de piştrast bikin.

Berdevkê Neteweyên Yekgirtî Stephen Dujarric di dema civîna rojnamevanî de li ser pirsekî Rûdawê ragihand; “Neteweyên Yekbûyî ji hemû gengeşî û çalakiyên serbazî yên li Şingalê nîgeran e.”

Rûdaw: “Li ser sînorê Sûriye û Iraqê di navbera hezêkî Pêşmerge, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide wan û hêzên serbi PKKê ve girjiyek derket. Tê zanîn hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiye jî li dijî hebûna PKKê ya li wî navçeyê ne. Niha ev yek bûye sedema aloziyê. Nêrîna we çi ye?”

Stephen Dujarric: “Ti nûnerek me rasterast ne li wê derê ye. ji ber vê yekê em nikarin van agahiyan piştrast bikin. Tenê tiştekî dikarim bêjim; Neteweyên Yekbûyî ji hemû gengeşî û çalakiyên serbazî yên li Şingalê nîgeran e.”

Roja 3ê Adarê li bazgehekî Komalgeha Xanesorê ku dikeve nêzîkî bajarokê Sinûnê ya Şingalê, di navbera Pêşmergeyên Rojava û YBŞya ser bi PKKê ve pevçûn derket. Di encama pevçûnê de şervanekî YBŞê jiyana xwe jidest da û 3 şervan û 4 pêşmerge jî birîndar bûn.

Vê pevçûnê di nav Kurdistanê de karvedanek mezin bi xwe re anî. Mîrê êzidiyan Mîr Tehsîn begê daxwaza rawestiandina pevçûnan kir. Civata Rûhanî ya Êzidiyan jî ji PKKê xwest hêzên xwe ji Şingalê derbixin.

Êvara roja 3ê Adarê, bi armanca çareserkirina rewşa Şingalê berpirsên bilind ên Wezareta Pêşmerge û fermandarên YBŞ û HPGê civînek pêk anîn.

Endamê Serkirdetiya PDKê û Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Hêmin Hewramî ragihand, ku Pêşmerge û PKK li ser agirbebstê li hev kirin.

Rudaw
Top