Viyan Dexîl:Hebûna PKK li Şingalê pirsgirêka herî sereke ye
Di daxuyaniyekê de Palamentara KurdaÊzdî li Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl ragehand û got:"Mixabin em bûyer û pêşhatieyên li Şingalê û şerê di nav PKK û Hêzên Pêşmergeyên Roj dişopînin, tişta bûyî cihê mixabiniyê ye, herwiha gefeke li ser aştî û aramiya xelkê Şingala birîndar ku, heta niha hê birînên tawanê DAIŞê derman dike."
Dexîl daxwaz ji hemû aliyan kir ku, pirsgirêkên xwe çareser bikin û lîstikê bi aştî û aramiya Şingal neynin, herwiha tekez kir ku, pirsgirêka herî sereke li Şingalê hebûna PKK ye, ji ber ku, ew navçe erdeke Iraqî ye û di bin madeya 140ê de yak u, wê biryarê li ser tevlîbûna Şingal bo Herêma Kurdistanê.
Endama Parlamentoya Iraqê di daxuyaniya xwe de dupatkir û got ku, baweriya me bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi siyaseta wî heye ku, ewê bûyerê çareserbike û kirîzê bi dawî bîne.
Îro demjimêr 6 sibehê şerûpevçûn di navbera Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê û PKK li Xanesorê derketin di encamp de 4 pêşmerge birîndarbûn û şervanekî PKK canê xwe ji destda û yek jî birîndarbû.
Basnews
