• Sunday, 22 February 2026
logo

Bereya Tirkumen:Ewa îro li Kerkûkê rûdayî ne yasayî ye

Bereya Tirkumen:Ewa îro li Kerkûkê rûdayî ne yasayî ye
Beriya Tirkmumenan ragehan ku, destdayîna li ser kêlgehên petrolê li sînorê bajarê Kerkûkê karekî ne yasayî ye.

Îro hêzeke YNKê çend bîrên petrolê yên Kerkûkê zeft kir û hinartina petrola wan bîran bo bendera Ceyhan ya Tirkiyê da sekinandin.

Derbarê wê bûyerê Serokê Bereya Tirkumenan Erşed Salihî di kongreyeke rojnamevanî de ragehand û wiha got:"Me bihîst ku, Hêzek ser bi YNK ku, ji bajarê Silêmaniyê hatibûn, derbasî nav navçeyên hestyar yên Kerkûkê, nabe aliyeke hizbî siyaste xwe li ser iradeya pêkhateyên din bisebîne."

Li gor jêderekî taybet bi BasNews ragehandî, heta niha YNK Hêza xwe ji wê kêlgehê petrolê li sînorî parêzgeha Kerkûkê ne vekişandiye.

Herwiha Serokê Bereya Tirkumenan Erşed Salihî ew karê ku, îro li Kerkûkê rûdyayî bi ne yasayî binav kir.

Îran û Iraqê roja 20 Sibata îsal rêkeftinek li ser petrola Kerkûkê îmze kirin. Li gorî wê rêkeftinê, Iraq dê petrola Kerkûkê bi rêya Îranê re bifroşe. YNK piştgiriya wê rêkeftinê dike.

Basnews
Top