• Sunday, 22 February 2026
logo

Di navbera Îran û Tirkiyê de alozî derket

Di navbera Îran û Tirkiyê de alozî derket
Balyozê Îranê yê li Enqerê Muhemed Îbrahîm Tahiriyanferd ragihand, ew li pey mijara wê bûyerê ne ku, berpirsên sînorî yên Tirkiyê li ser sînorê navbera her du welatan li dijî welatiyên Îranê bi awayekî tund tevgeriyane.

Li gor nûçeya Ajansa Fermî ya Îranê IRNA, li ser sînorê Îran û Tirkiyê li ber deriyê sînorî yê Gurbulakê, berpirsên sînorî li welatiyên Îranê dane û nerêziyê li wan kirine.

Li ser vê bûyerê Balyozê Îranê yê li Enqerê Muhemed Îbrahîm Tahiriyanferd daxuyaniyek da û aşkere kir: “Mafên welatiyên Îranê û parastina rûmeta wan, ji peywirên herî giring ên nûneratiyên Îranê yên li welatên biyaniyê ne.”

Tahiriyanferd ji welatiyên Îranê xwest, eger gilî û gazindên wan ên bi vî rengî hebin, bila gazindên xwe bigihînin nûneratiyên Îranê yên li Tirkiyê, yan jî bigihînin rayedarên ku li Îranê ne.

Herwiha Tahiriyanferd destnîşan kir, ew nahêlin li welatên cîran, li dijî welatiyên Îranê bêrêziyê bikin û got: “Li hember bêrêzî û lêdanan, li gor rêbazên navdewletî bertekên pêwîst dê bêne dayîn.”

Di van du rojên dawî de li ser medyaya civakî hin dîmen têne parvekirin ku têde hin rayedarên Tirkiyê, li ber deriyê sînorê bi navê Gurbulakê, li dijî welatiyê Îranê, bi awayekî tund tevgeriyane.

Rudaw
Top