• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê nû yê Şahnişîna Su'udiye li Hewlêrê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê nû yê Şahnişîna Su'udiye li Hewlêrê kir
Roja pênçşem 02.03.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Feysel Bin Mensur El'têbî Konsolê nû yê Şahnişîna Erebiya Su'udiye li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de, Konsolê nû yê Şahnişîna Erebiya Su'udiye Feysel Bin Mensur El'têbî silavên Şah û Cîhnişînê Su'udiye bi Serok Barzanî ragihand û xweşhaliya xwe jî ji bo destbikarbûna xwe ya wekî Konsolê nû yê welatê xwe li bajarê Hewlêrê derbirî û hêvî xwest peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Su'udiye berev qonaxekî nûtir hengav bavêjin, bi taybetî li her dû kertên aborî û bazirganî da.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe ya ji bo destbikarbûna Konsolê nû yê Su'udiye li Hewlêr, bi hêztirkirina peywendiyên li gel Su'ûdiye dûpat kir û amadehiya saziyên Hikumeta Herêma Kurdistanê jî ji bo hevkarîkirina karên Konsolgeriya Su'udiye li Hewlêr derbirî.

Konsolê nû yê Şahnişîna Erebiya Su'udiye pêzanînên xwe ji bo hevkarî û piştevanî kirina Hikumeta Herêma Kurdistanê li karên wan de derbirî û hêviya wê yekê xwest asta van peywendiyan bihêztir û bingeheke baştir ya ji bo her dû aliyan bibe.

Top