• Sunday, 22 February 2026
logo

Hewlêr: Avêtina ser bîrên petrola Kerkûkê karekî neyasayî ye

Hewlêr: Avêtina ser bîrên petrola Kerkûkê karekî neyasayî ye
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, biserdegirtina Şirketa Petrola Bakur li Kerkûkê reftarekî neberpirsane ye û ti pêwîst nebû ku karek wisa were encamdan.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî îro pênşemî 2ê Adara 2017ê di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand, avêtina ser Şirketa Petrola Bakur ji aliyê hêzeke serbazî ve karekî neberpirsane bû.

Sefîn Dizeyî ji Rûdawê re got: “Ew avêtina îro ya li ser Şirketa Petrola Bakur li Kerkûkê, reftarekî neberpirsane ya lokalî û provakavatîv bû, ti pêwîst nebû ku ew reftara neberpirsane were encamdan”.

Dizeyî di berdewamiya daxuyaniyê de da xuyakirin: “Petrola Kerkûkê li gorî rêkevtineke navbera Bexda û Hewlêrê bi beşdariya Rêveberiya Kerkûkê tê birêvebirin, jiber wê jî ew cure reftarên wisa karekî neberpirsane û neyasayî ye. Em hêvîdar in, reftarên bi vî awayî bi ti awayî dubare nebin”.

Îro pênşemî danê sibê, hêzeke serbazî ya ser bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) avête ser Şirketa Petrola Bakur a li Kerkûkê.

Piştre Berpirsê Şaxeya 2 a YNKê li Kerkûkê Aso Mamend di daxuyaniyeke rojnmaevamî de ragihand, ku livandina wê hêza serbazî ji bo hişyarîdan bi Bexdayê bûye.

Aso Mamend got, Hikûmeta Iraqê rêkevtina navbera Wezareta Petrolê û Parêzgeha Kerkûkê de cîbicî nekiriye, lewma jî wan hêz aniye ser Şirketa Petrola Bakur.

Mamend herwiha da xuyakirin, ku ew hefteyekê muhlet didin Bexdayê, da ku wê rêkevtina amajepêkirî cîbicî bike.

Top