Pevçûnên navbera Ermenîstan û Azerbeycanê her diçe tund dibe
Li gorî Wezareta berevaniya Azerbeycanê, li hember binpêkirinên agirbesta artêşa Ermenistanê hêzên Azerbeycanê şevê din bi êrişê bersiv dan. Li gorî daxuyaniyê artêşa Azerbeycanê hinek çeperên artêşa Ermenistanê ku li xeta sînor a bajarê Hocavendê wek binke bi kar dianîn hatin têkbirin.
Wezaretê dîmenê êrişan ku ji hewayê ve hatibûn kişandin jî parve kir. Li gor wan dîmenan ew biryargeh berî ku êrîş li ser bê kirin, hin wesayît û leşker li wan deveran diyar in.
Herwaha hate ragehandin windayiyên giyanî yên Ermenîstanê hene û vê yekê ji raya giştî jî vedişêre û di xeta sînor a wan çeperan de kontrol bi temamî ketiye dest artêşa Azerbeycanê.
basnews
