• Sunday, 22 February 2026
logo

Hêzên Îraqê rêyên serekî yên derketina ji Mûsilê kontrol kirin

Hêzên Îraqê rêyên serekî yên derketina ji Mûsilê kontrol kirin
Supayê îraqê di berdewamîya pêşveçûnên xwe da li rojavayê Mûsilê hemû rêkên serekî yên derketinê ji bajar kontrol kirin.

Fermandarîya operasyonên Neynewa ragîhand; piştî rêya Mûsilê û Tellefer hatîye girtin, hemû rêkên revînê li terorîstên Daişê hatine birîn û êdî Daişê nikare ji Mûsilê derkeve.

Dîyar jî kir, Daişê ew rêk ji bo hatinuçûna navbera Mûsil û Tellefer herwesa gihiştina rojavayê Îraqê bikar tanî.

girtna vê rêkê jî, piştî peyama Ebu Bekir Bexdadî xelîfê Daişê tê ku doh arasteyî çekdarên xwe kirîye û ji wan xwestîye ji Mûsilê birevin.

Operasyona rojavayê Mûsilê di roja xwe ya dehê daye, heta niha nêzîkî 30 gund, tax û nawçeyên wî alîyê bajar kontrol kirine.

War.tv
Top