• Sunday, 22 February 2026
logo

Berpirsekî ENKSê: Çavên PYDê bi serkeftinên ENKSê bar nagire

Berpirsekî ENKSê: Çavên PYDê bi serkeftinên ENKSê bar nagire
Endamekî rêveberiya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, çavên PYDê bi serkeftinên ENKSê bar nagire.

Endamê rêveberiya ENKSê Newaf Hesen Reşîd ji malpera fermî ya PDKê re li ser girtina endam û alîgirên xwe ji aliyê PYDê ve gotiye, her gava ENKS serkeftinekê bi dest bixe PYD dest bi girtina endam û alîgirên wê dike ji ber ku çavên PYDê bi serkeftinên me bar nagire.

Newaf Hesen Reşîd her wiha gotiye, niha şandeka ENKSê li Amerîka ye. Bi fermî ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîka ve hatiye vexwandin, ev serkeftinek mezin e lê bi destpêkirina vê serdanê re PYDê li Kobanî dest bi girtina xortan kir. Heta niha gelek kes ji aliyê hêzên PYDê ve hatine girtin. Wan digirin û bi zorê dibin leşkeriyê.

Basnews
Top